Temellî: Ocalan tenê du hevok peyam dan

Piştî hevdîtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û birayê wî Mehmet Ocalan, çavê gelek kesan li naveroka hevdîtina wan bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî hevdîtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û birayê wî Mehmet Ocalan, çavê gelek kesan li naveroka hevdîtina wan bû.

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî naveroka hevdîtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û birayê wî Mehmet Ocalan eşkere kir û got: Ocalan tenê 2 hevok gotine.

Di derbarê sexlemiya xwe de jî başbûna xwe aniye ziman û di derbarê hilbijartinan de jî bo HDPê serkeftinê xwestiye. Ji bilî van jî ti peyamek nîn e.

Diyar e Hevserokê HDPyê xwe ji eşkerekirina hûrgiliyên naveroka hevîdtinê dûr dixe. Lewra hevdîtina Mehmet Ocalan û Abdullah Ocalan di demeke asayî de çênebûbû. Parlementera Colemergê Leyla Gûven ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalanî zêdetir 2 mehan di gireva birçîbûnê de bû. Herwiha ji bo Mehmet Ocalanî encax piştî 2 sal û 2 mehan rê hatibû dayîn ku birayê xwe bibîne û Mehmet Ocalan jî ji nişkave çûbû Girava Imraliyê.

Daxuyaniyên ku piştî hevdîtinê hatibûn dayîn pirs balkêştir dikir. Omer Ocalan ku him biraziyê Abdullah Ocalan e û him jî Parlementerê HDPê ye, eşkere kiribû ku hevdîtin li ser daxwaza hikûmeta Tirkiyê çêbûye.

Hevseroka HDPê Perwîn Buldanê jî gotibû, ew ê di nava çend rojan de daxuyaniyeke berfireh di derbarê hevdîtinê de bidin. Lê daxuyaniya Sezaî Temellî berfireh nebû.  Ev jî pirsek wiha bi xwe re tîne ka gelo HDP di bin bandora KCKê de maye.

 

S. B