Opozsyona Sûryê 45 çekdarên "Hey`et Tehrîr El-Şam" bidar vekirin
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî medya nêzîkî "Hey`et Tehrîr El-Şam", yekîneyên Ceyş El-Islam ku Mihemed Elûş serperiştiya wê dike, 45 çekdarên Tehrîr El-Şam ya ser bi Bereya Nusra ve, li Xûta rojhilatê Şamê bidar vekirin û di nav wan de serkirde jî hebûn.
Li gorî ajansên opozisyonê, bidarvekirina wan çekdaran berî du mehan bûye, lê niha ew yek hatiye eşkerekirin û heya niha jî ti daxuyaniyeke fermî ji aliyê Tehrîr Elşam û Ceyş El-Islam ve li ser vê mijarê derneketiye, tenê serkirdeyê Ceyş El-Islam Mihemed Elûş li ser Twitera xwe ew yek red kir.
Biryarbû berî du rojan karwanê çekdarên Tehrîr El-Şam ji Xûta rojhilatê Şamê hatibana veguhestin ji bo Idlibê, lê ji ber hebûna hin nakokiyan di nav rêzên Tehrîr El-Şam de ew yek hat paşxistin.