Erebên Xûtayê li Efrînê tên bicîhkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku, Artêşa Tirkiyê zêdetirî 150 malbatên Ereb ji Xûta Rojhilat veguhestine Efrînê û li malên Kurdan bicîh kirin e.
Herweha navê Kurdî li ser Nexweşxaneya Avrîn hate rakirin û tenê navê wê bi Tirkî û Erebî hatiye nivîsandin.
Piştî dagîrkirina Efrînê, rewşa Kurdên warên xwe bicîh hêlayî gelek xerab e, gelek caran ji alî Artêşa Tirk û çekdarên biser ve rîgirî li wan tê kirin, ku vegerin warên xwe.
C.B