Wênegirê Kurd Suer bû mîvanê Romanyayê

Romanya, piştî dewleta Çînê bû dewleta duyemîn ku bi awayekî fermî wênegirê Kurd vexwand welatê xwe.

K24 – Navenda Nûçeyan
Wênegirê navnetewî yê Diyarbekirî Mehmet Masum Suer xwediyê 7 medalyên navnetewî, ji bo kampek fotoya ku hefteyeke berdewam kir çû Romanyayê. Romanya, piştî dewleta Çînê bû dewleta duyemîn ku bi awayekî fermî wênegirê Kurd vexwand welatê xwe.

Foto kamp, ji aliyê rêveberiya parêzgeha (wilayet) Bihor, Kuluba Wêneyan ya bi Navê Varadinum li bajarê Oradea û Yekîtiya Wênegiran ya Navnetewî ku navenda wê li Çînê ye hate amadekirin. Wilayeta Bihor, li bakure Romanyayê ye ku bi xwezaya xwe bala cîhanê dikişine. Kamp, ji bo kişandina fotoyen xweza û cih u warên dîrokî yên li vê heremê hate lidarxistin.

Ji 7 welatên cuda 10 wênegirên navdar ku ji bo vê projektê hatibûn hilbijartin, Mehmet Masum Suer jî di nav wan de bû. Li heremê gelek wêne kişandin. Suer, li ser navê dewleta Turkiyê hate vexwandin. Wênegirê Kurd Suer û wênegirên din yên navnetewî li Romanya bi germahî hatin peşwazîkirin û xebatên wan bala medya û çapemeniya heremê kişand. Rêveberiya wilayeta Bihor, ji her wênegirî 50 foto wergirt. Van fotoyan hem ji bo pêşangehan hem ji bo weşanên derbarê hereme de wê bên bikaranîn.

Wênegir Suer, ji bo çûna xwe ya Romanya wiha axivî: “Piştî Çînê vexwandina dewleta Romanya ya bi awayekî fermî ji bo min bû serbilindiyek mezin û ez gelekî pê kêfxweş bûm. Di nav wênegirên cîhanê de din av 10 wênegiren navdar de cih girtin min pir hestiyar kir. Ji bo hilbijartina min, ji Serokê Kuluba Varadinum hevalê min Ovi. D. Pop û koordinatora projektê Adela Rusu re spasiyen xwe peşkeş dikim. Hefteyeke li herêma Bihore me gelek cih ditin û gelek wêne kişand. Ji ber ku min 9 wênegirên hostad yên cîhanê nas kir û zanyariyên xwe bi hevûdu re parve kir. Ji bo min ev xebat gelek giring bû.”

Wênegir Suer, di du salên dawî de ji pêşbirkên navnetewî, 4 ji wan zêr, 3 bronz 7 medalya û 25 xelatên din wergirt û gelek wêneyen wî bi qasî 500 caran hêjayî peşandinê hatin ditin. Suer, di van du salên dawî de, ji aliye 5 federasyon û yekîtiyên wênegiran yên cîhanê bi awayekî fermî weke hunermend hate nasîn û bi peşnav (unwan) û diplomayan hate xelatkirin.

 

S. B

Wênegirê Kurd Suer bû mîvanê Romanyayê
Wênegirê Kurd Suer bû mîvanê Romanyayê
Wênegirê Kurd Suer bû mîvanê Romanyayê
Wênegirê Kurd Suer bû mîvanê Romanyayê
Wênegirê Kurd Suer bû mîvanê Romanyayê
Wênegirê Kurd Suer bû mîvanê Romanyayê
Wênegirê Kurd Suer bû mîvanê Romanyayê
Wênegirê Kurd Suer bû mîvanê Romanyayê
Wênegirê Kurd Suer bû mîvanê Romanyayê