Hêzên Asayişa Hewlêrê 2 çekdar kuştin û yê sêyem birîndar kirin
K24 - Navenda Nûçeyan
Du ji wan çekdarên ku vê sibehê êrîşî avahiya parêzgeha Hewlêrê kirin, hatin kuştin û yê sêyem jî birîndar bûye.
Nûçegihanê Kurdistan24ê, ji cihê bûyerê ragihand, ku hêzên Asayişê du ji wan çekdaran kuştin û çekdarê sêyem jî birîndar kirine û rewş bi temamî kontrol kirine.
Demjimêr 7:45 ji sibeha îro, sê çekdaran êrîşî avahiya parêzgeha Hewlêrê kirin û di encama teqekirinê de, du polîsên ku pasewanên avahiyê bûn, birîndar bûn.
Piştî êrîşê, hêzên Asayişê gihiştin cihê bûyerê û rewşa kontrol kirin.
Cîgirê parêzgarê Hewlêrê (Tahir Ebdella) tekez kir, ku hemû fermanberên avahiya parêzgeha Hewlêrê selametî ne û rewş bi temamî hatiye kontrolkirin.
N.O