Tirkiye komkirina hêzên xwe li ber sînorê Îzazê berdewam dike

Şevê din artêşa Tirkiyê hejmarek din ji otombêlên zirîpoş û alavên serbazî li Kilîsê li beramberî Îzazê bicih kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şevê din artêşa Tirkiyê hejmarek din ji otombêlên zirîpoş û alavên serbazî li Kilîsê li beramberî Îzazê bicih kir.

Li gor Ajansa Anadolê ya Tirkiyê, otombêlên serbazî ku ji gelek bajaran hatibûn şandin, di bin çavdêriya serbazî de, li Kilîsê hatin bicihkirin.

Di wî karwanê serbazî de, gelek otombêlên zirîpoş û topên giran û alavên serbazî hebûn.

Li gor nûçeyên medya Tirkiyê, Artêşa Tirkiyê amadekariya operasyona Idlibê dike û bo vê yekê 5 hezar çekdarên dijberiya Sûriyê li ser sînorê bicih kiriye.