Amerîka hevkariya Îran û Rûsya dixwaze

Amerîka daxwaz ji Rûsya û Îranê dike ji bo dîtina welatiyê Amerîkî yê ji sala 2012an ve li Sûriyê hatiye revandin Austin Tice alîkariya wê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka daxwaz ji Rûsya û Îranê dike ji bo dîtina welatiyê Amerîkî yê ji sala 2012an ve li Sûriyê hatiye revandin Austin Tice alîkariya wê bikin.

Şanderê Serokê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Azadkirina Dîlan Robert O'Brien di konferanseke rojnamevanî de ragihand, heger Îran bixwaze pêwendiyên xwe bi Amerîka re xweş bike, divê desthilata xwe bikar bîne û ji bo dîtin û vegerandina welatiyê Amerîkî yê revandî Austin Tice alîkariya Amerîka bike.

Robert O'Brien hema daxwaz ji Rûsyayê jî kir û got, mijarên ku pêwîst e Amerîka û Rûsya li ser lihev bikin ew e, welatiyên Amerîkî û Rûsî yên bêguneh wek dîlan neyên girtin. Herwiha daxwaz kir jî divê Rûsya hejmûna xwe li Sûriyê bikar bîne, ji bo vegerandina Austin Tice bo Amerîka.

Austin Tice ku wek rojnamevanekî serbixwe bi “McClatchi Publishing Concern” û rojnameya “Washington Post” re kar dikir, ji meha Tîrmeha 2012an ve li Sûriyê winda ye.

Piştre grûpeke çekdar girtevîdyoyek belav kir û tê de Austin Tice çavgirêdayî diyar bû. Ta niha jî Amerîka ranegihandiye ku wê grûpê ti berdêl yan daxwazek ji Amerîka xwastine yan na.

Di meha Nîsana bûrî de jî, Nivîsgeha Lêpirsînên Federal a Amerîkî ji bo wergirtina zanyariyan li Austin Tice xelata biqasî yek milyon Dolar diyar kiribû.  

 

S. B