Çima hilbijartinên pêşwext li Tirkiye hate ragihandin?

Şîrovekar û medyaya Tirkiyeyê sedemên hilbijartineke pêşwext gengeşe dikin. Lewra Tirkiye dê di demek gelek kêm de, piştî 66 rojan, ji nişka ve ber bi hilbijartineke pêşwext ve biçe. Li gor piraniya şîrovekarên siyasî û rojnamevanan, hilbijartina pêşwext taktîkeke siyasî ya Erdoganî ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Şîrovekar û medyaya Tirkiyeyê sedemên hilbijartineke pêşwext gengeşe dikin. Lewra Tirkiye dê di demek gelek kêm de, piştî 66 rojan, ji nişka ve ber bi hilbijartineke pêşwext ve biçe. Li gor piraniya şîrovekarên siyasî û rojnamevanan, hilbijartina pêşwext taktîkeke siyasî ya Erdoganî ye. Erdogan bêyî ko siyaseta derve ya Tirkiyeyê aloztir û aboriya wê lawaztir bibe dixwaze biçe hilbijartinan û ji neamadebûna opozîsyonê sûd werbigre.

Tirkiye careke din ji nişkave ber bi hilbijartineke pêşwext ve diçe. Niha gengeşe li ser wê yekê ye ko ji bo çi biryara hilbijartina pêşwext hate girtin. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dema dîroka hilbijartinê eşkere dikir got li Suriye û Iraqê bûyerên dîrokî rû didin. Ji ber vê ew neçar in dawiya nediyariyên ko li pêşiya Tirkiyeyê ne bînin. Ji bo paşaroja Tirkiyeyê bikaribin biryarên bihêztir bigirin, divê bi hilbijartineke pêşwext derbasî sîstema serokomartiyê bibin.

Lê li gor gelek analîstan jî biryara hilbijartineke pêşwext taktîkeke siyasî yê Erdoganî ye. Analîst Etyen Mahçûpyan dibêje tirsên aboriyê sedema sereke ya hilbijartina pêşwext e. Erdoganî dema hilbijartinê gelek aniye pêş û bi vî awayî derfeta rexnekirin û xebatê nedaye partiyên opozîsyonê.

Li gor nivîskar Taha Akyol jî Erdogan ji avabûna Iyi Partiyê tirsiyaye. Lewra dengdêrên AK-Partiyê û MHPyê armanca Iyi Partiyê bû. Ji ber vê tirsê Erdogan ji nişkave biryara hilbijartinê daye.

Rojnameya Cumhuriyetê jî radigihîne ko Bahçelî û Erdogan bi taktîkeke siyasî dema hilbijartinê gelek anîne pêş. Bi vê yekê armanca wan ew e ko ji neamadebûna partiyên opozîsyonê sûd werbigrin. Lewra heta niha jî namzetê Serokomartiyê yê CHPyê diyar nîne.

 

Medyaya Tirkiyeyê herçend balê bikşîne li ser meseleyên navxweyî jî alozbûna siyaseta derve ya Tirkiyeyê jî yek ji wan sedema girîng a hilbijartina pêşwext e. Lewra ji qrîza Suriyeyê heta Doza Halkbank û Tevgera Fetullah Gûlen gelek mijar bûn e sedema xirabûna pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê. Ev yek jî tirsek mezin li ser aboriya Tirkiyeyê çêdike û opozîsyona Tirkiyeyê beramberî AK-Partiyê bihêz dike. Erdogan jî hewl dide bi hilbijartineke pêşwext hêza opozîsyonê bişkîne.

 

 

C.B