Kerkûk.. Şuqeyên li ser malbatên şehîdên şerê DAIŞê hatibûn dabeşkirin, ji wan hatin stendin

Ew biryar ji aliyê parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet Rakan Cibûrî ve hatiye stendin

K24 - Navenda Nûçeyan

Desthelatdarên Kerkûkê li ser derxistina biryar û rênmayên nû li dijî Kurdan berdewam in û di nûtirîn biryar de, hemû şuqeyên li taxa Penca Elî û Seyade li ser malbatên şehîdên Pêşmerge hatibûn dabeşkirin, ji wan hatin stendin.

Ew biryar ji aliyê parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet Rakan Cibûrî ve hatiye stendin, ew jî yek ji zincîreyên biryaran e ku piştî serpêhatiya 16ê Cotmeha derbasbûyî û xiyaneta firotina Kerkûkê ji aliyê hejmarek ji berpirsên YNKê ve, li dijî Kurdên wî bajarî hatiye stendin.

Diyartir biryar jî, daxistina ala Kurdistan û jêbirina mora Kurdistanîbûna Kerkûkê û guhertina berpirsên emnî û îdarî yên bajar û bajarokan û yên fermangehên fermî yên Kerkûkê û nehiştina Kurdan di postên giring de.