Asayişa Rojava peyamnêrê “Zagros” binçav dike

Hêzên Asayişa Rojava li bajarokê Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê peyamnêrê kenala “Zagros” û endamê Komîta Rêvebir a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê Berzan Hisên binçav dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Asayişa Rojava li bajarokê Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê peyamnêrê kenala “Zagros” û endamê Komîta Rêvebir a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê Berzan Hisên binçav dikin.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, Asayişa Rimêlanê duh danê nîvro peyamnêrê kenala “Zagros” Berzan Hisên binçav kir.

Ji aliyê xwe ve, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê di daxuyaniyekê de binçavkirina endamê Komîta Rêvebir a wê yekîtiyê Berzan Hisên ji aliyê Asayişa Rojava ve şermezar kir û daxwaza azadkirina wî kir.