Di êrîşeke artêşa Tirkiyê de 9 zarok bûn qurbanî

Artêşa Tirkiyê bi gundê Basûtê navenda navçeya Şêrewa ya Efrînê topbaran kir, di encamê de jî keçeke 13 salî şehîd bû û 9 jî birîndar bûn, ku hemû ji yek malbatê ne.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê bi gundê Basûtê navenda navçeya Şêrewa ya Efrînê topbaran kir, di encamê de jî keçeke 13 salî şehîd bû û 9 jî birîndar bûn, ku hemû ji yek malbatê ne.

Tîma Kurdistan24ê derbasî navxweşxaneya Avrîn a Efrînê bû û rewşa birîndarên gundan şopand. Gundiyekî ji Basûtê jî ji K24ê re got: “Ez li dikana xwe bûm. Min dît ku nêzîkî 10 topan li derdora Basûtê ketin, topek li mala kurê xalê min ket. Me birîndar anîn nexweşxaneyê, ku zarokok canê xwe jidest da û yên din jî birîndar in.”

Dayikekê jî got: “Ev hemû birîndar ji yek malbatê ne. Zarokê min çû mala birê min û li wir dilîstin, ji nişkê ve 2 top li dû hev li nava wan ket û hemû zarok birîndar bûn û me anî nexweşxaneyê û yekê jî canê xwe jidest da. Gunehê van zarokan çi ye, artêşa Tirkiyê topan bi kûrane davêje.”