Bajarê Agiriyê li Enqerê hat nasandin

Bajarê Agiriya Bakurê Kurdistanê ku bi kelepor, çiya û cihên xwe yê dîrokî tê zanîn li Enqereya paytexta Tirkiye di çerçoveya rojên danasîna bajarê Agiriyê de wek fûareke yekem car hat danasîn. Di fûarê jî gelek tişt û nîgarên taybet yên Agiriyê bi saya maket û peykeran hatin pêşandan.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Bajarê Agiriya bakurê Kurdistanê ku xwedî çandeke qedîm û çiya û zozanên xwe yên berfireh tê zanîn, li Enqereya paytexta Tirkiyê yekem car bi çalakiyekê hat danasîn. Xaniyên axî yên Agiriyê, zozan û konên koçeran, peykerê fîlozof û nîvîskar Ehmedê Xaniyê berhama wî Mem û Zînê ku di edebiyata Kurdî de xwedî cîheke giring e bi awayekî ciyawaz bi peykeran hate danasîn.

Rêveberên herêma Agiriyê jî amaje dikin ku bi çalakiyên wiha ew dewlemendî û kelepora bajarê xwe ya qedîm nîşanî welatiyên Tirkiyê didin û ciyawaziya bajarê xwe derdixin pêşçavê hemû cîhanê.