Şandeke serbazî Amerîkî serdana Encûmena Serbazî ya Minbicê kir

Şanda Serbazî ya Amerîkî ji K24ê re: Amerîka wê li ser piştevaniya rêveberî û Encûmena Serbazî û ya Sivîl li Minbicê berdewam be.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şanda Amerîkî bi serokatiya fermandeyê hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn ceneral Jousef Votel û alîkarê wezîrê bergiriyê bû,

Wê şandê di civîna xwe de, li gel Encûmena Serbazî ya Minbicê ji K24ê re ragihand, ku Amerîka wê li ser piştevaniya rêveberî û Encûmena Serbazî û ya Sivîl li Minbicê berdewam be.

Herwiha Votel diyar kir, ku ewê serdana hêzên Amerîkî jî bikin yên ku li ser xalên sînorî li derdora Minbicê hatine belavkirin.

Ji aliyê xwe ve, Encûmena Serbazî ya Minbicê bigiringî ew serdan nirxand û serokê wê Encûmenê ji K24ê re got: Amerîkiyan tekez kirine, ku ewê li deverê bimînin û ji Minbicê dernakevin û hêzên Tirkiyê jî çemê Sacûrê derbas nakin.

Di dawiya serdana xwe de, şanda serbazî ya Amerîkî serî li bazarê bajarê Minbicê da û li nerînên welatiyan derbarê rêketina Amerîkî-Tirkî guhdarî kir. Welatiyan daxwaz kirin ku hêzên Amerîkî li Minbicê bimînin.  

N.O