NASA: Madeyên jînewî li ser hesareya Behram hatin dîtin
K24 - Navenda Nûçeyan
Ajansa Gerdûn û Firînê ya Amerîkî NASA ragihand, ku lêkolînerên wê karîne madeyeke jînewî li ser hesareya Behram (Merîx) bibînin, ku heya niha wek wê nehatiye dîtin û wê madeyê bawerî li cem gerdûnzanan çêkiriye, ku eger heye hin madeyên din bên dîtin ku di gerdûnê de hatine parastin û dibe ku pencemora (Besma) jiyanê li ser wan madeyan hebe.
NASA diyar kir, ku ew made, bi riya Hûrbînka gerok a Amerîkî (Curiosity Rover) hatiye dîtin, ku ji sala 2012an ve, li ser pişta hesareya Behram daketiye û li şûnwarên jiyanê digere.
Herwiha NASA zelal kir, ku ew madeya jînewî di nav hin keviran de hatiye dîtin ku temenê wan 3.5 milyar sal in, ew kevir 5 santîman di bin axa (Newla Gale) de bûn li ser pişta hesareya Behram, Hûrbînk anku Misbara (Curiosity Rover) ew ax kolandiye û ew kevir derxistine ku di encamê de madeya jînewî hatiye vedîtin.
Li gorî baweriya gerdûnzanan, dibêjin ku berî milyonên salan av di (Newala Gale) de hebû û ew newal deryaçeyek bû li ser pişta hesareya Behram.
Di roja 6ê Tebaxa sala 2012an de, NASA (Newala Gale) hilbijart, daku Hûrbînk anku Misbara (Curiosity Rover) li ser pişta wê dakeve û lêkolîn û lêgerînan li ser şûnwarên jiyanê ji wê newalê destpê bike.
N.O
Oh, these are #organics in my neighborhood... Methane swells each summer and ancient carbon-compounds locked in rocks. I haven't found life on Mars, but signs say…we’re on the right track. https://t.co/hqunXt76og pic.twitter.com/ownp0modD4
— Curiosity Rover (@MarsCuriosity) June 7, 2018