Trump piştevanekî serxwebûna Kurdistanê dike wezîrê derve
kurdistan
Amerîka
Herêma Kurdistanê
Serxwebûna Kurdistanê
Domald Trump
John Bolton
Rex Tillerson
Referandum
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Amerîka Donald Trump bi niyaz e piştevanekî Kurdistana serbixwe li şûna Rex Tillerson, wek wezîrê derve yê Amrîka destnîşan bike.
Li gorî medya Amerîkî, duh Serokê Amerîka li gel balyozê berê yê welatê xwe di Netewên Yekgirtî de John Bolton civiya, bi armanca danîna wî li cihê wezîrê derve yê Amrîka Rex Tillerson, piştî ku pêwendiyên Trump û Tillerson têk çûn û egera guhertina wî heye.
Namzedkirina Bolton ji postê wezareta derve re, di demekê de ye, ku berî niha Bolton taybet j K24ê re gotibû: “Pêwîst e Amerîka piştevaniya Kurdistana serbixwe bike, û li encamên referandumê jî mikur bê.”