K24 - Navenda Nûçeyan
Hat zanîn berî ku komgeha Komisyona Bilind a Hilbijartinan li navçeya Risafe bê şewitandin, li ber deriyê wê şer û pevçûn qewimî ye û şûnwarên tundiyê li ser derî xuya dibin û pasewanên komgehê nebedî bûne û ji duh ve lêgerîn li ser wan berdewam e.
Rojnameya El-Erebî El-Cedîd di raporekê de belav kiriye, ku berî şewata komgehê, kêşe û tundî li ber deriyê wê qewimî bû û piştre agir pêketibû".
Jêderekî ji wezareta navxwe ya Iraqê ku nexwestiye navê xwe eşkere bike gotiye: "Hejmare mezin ji sindoqan şewitîne û niha em nikarin hejmara wan nas bikin. Tevî ku gellek sindoqên neşewitîne jî hene, lê ew jî ji ber ava agirkujan şil bûne û nema bikêr tên".
Heman jêderî zelal kir, ku pasewanên komgehê nebedî bûne û hîn aliyên pêwendîdar li wan digerin.
Derbarê deriyê komgehê, qî berpirsî got: Şûnwarên şikan û tundiyê li ber derî hatine dîtin û ew yek zelal dike ku, kesên bi wî karî rabûne, bi hesinekî û keresteyên din derî şikandine û derbasî nav komgehê bûne û agir pêxistine".
N.O
Nexşeya Malperê | Siyaseta Parastina Nehêniyan | Derbarê me | Pêwendi | Derfatên kar