Xelata aştiyê ya Nobel gihişt ICAN

Kampanya ya Navneteweyî ya Jinavbirina Çekên Kîmyewî (ICAN) Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2017an girt

K24 – Navenda Nûçeyan

Kampanya ya Navneteweyî ya Jinavbirina Çekên Kîmyewî (ICAN) Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2017an girt. Di şahiya belavkirina xelatê li paytexta Norweçê Oslo de Seroka ICAN Beatrice Fihn û yek ji rizgarbûyiyên êrîşa Hiroshima ya sala 1945an li Japan Setsuko Thurlow amade bûn.

Xebata mezin û berfereh a bibandor a ICAN ji bo jinavbirina çekên kimyewî wekî egera dayina Xelata Aştiyê ya Nobelê hate destnîşankirin.

ICAN (International Campaign to Abolish Nuclear Weapons - Kampanya ya Navneteweyî ya Jinavbirina Çekên Kîmyewî) sala 2007an hatiye damezrandin û li 60 welatan xebatên xwe hene.

Xelatên Nobelê hersal 10ê Berçile – roja wefata Alfred Nobel tên belavkirin