Kurdistan Li Diyarbekirê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn

Li Diyarbekirê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn

K24 – Diyarbekir

Amadekariyên Newroza 2017’an a Diyarbekirê, bi dawî bûn. Komîteya Amadekariya Newrozê, îro (20.03.2017) bi rêya daxuyaniyekê encama kar û xebatên rêvebirina Newrozê ragihandin. Li gorî daxuyaniya komîteya amadekar; ji bo pîrozbahî bi silametî derbas bibe, ji bilî polîs û zabitayan, ji bo ewlehiyê hezar kes hatine peywirdarkirin.

Li Diyarbekirê, amadekariyên teknîkî û yên yasayî ji bo Newroza 2017’an bi dawî bûn. Komîteya Amadekar a Newrozê, bi rêya daxuyaniyekê bernameya Newrozê aşkere kir.

Li gorî daxuyaniya hat dayîn; Siyasetmedarê Kurd Ehmed Turk, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr dê wekî axaftvan tevlî pîrozbahiyê bibin.

Di daxuyaniya hat dayîn de hat ragihandin ku, ji hezaran zêdetir rewşenbîr û akademisyen ji bo pîrozbahiyê hatine vexwendin.

Bernameya Newrozê;  dê sibê demjimêr di 11:00’an de dest bike û bi axaftinan û tevlîbûna komên muzîkê dê heta saet 15:00’an dewam bike.