Kurdistan Li riya Mêrdîn – Diyarbekirê teqîn: Kuştî û birîndar hene

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser riya Mêrdîn – Diyarbekirê karwaneke otombîlên leşkerî yên Tirkiyê bi teqînekê hate armanckirin, di encamê de kuştî û birîndar hene.

Li gor zanyariyên destpêkê, di encamê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.

Hêzên ewlekariyê cihê teqînê dorpêç kirin.

Heta niha ti aliyekî berpirsayetiya xwe derbarê wê teqînê de ranegihandiye.