Serok Barzanî: Bi hebûn Encûmena Federalî wê rê li takrewiyê bê girtin

Serok Barzanî: Rewşa niha ya Kerkûk nesuriştî ye û nayê qebûlkirin û Kerkûk bajareke ji bo pêkvejiyanê di navbera pêkhatan de, lê ti carî bazar li ser nasnameya Kurdistanî ya Kerkûkê nayê kirin

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serok Mesûd Barzanî ragihand, ku pêwîst e pirensîpên (Hevparî di biryarê de û lihevkirin di yasadanînê de û hevsengî di dezgehên Iraqê de, bi mîkanîzmeke zelal û bi gerentî were bicîkirin û niha danûsendinên berdewam, ji bo damezirandina Encûmeneke Bilind ji Siyasatên Stiratîjî re tên kirin, ku aliyên Kurdistanî têde beşdar bin, ew jî ji bo rêgirtinê li ber serhildana takrewyê di hikumdariyê de û pêwîst e biryarên stiratîjî, ji nav wê encûmenê derkevin.

Li gorî malpera fermî ya Serok Barzanî, îro 17.09.2018 li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî li gel berpirs, nivîser, sikirtêr, nûner, endamên ofîs û rêxistinên ser bi Ofîsa Navendî ve ya Rêxistinên Cemawerî û Pîşeyî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê civiya.

Di civînê de Serok Barzanî balkişand ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistan û Iraqê û navçeyê û qunaxa piştî referandûmê û xiyaneta 16 Cotmehê û encamên vê xiyanetê li ser jiyana xelkê Kurdistanê.

Herwiha balkişand ser hilbijartinên Perlemana Iraqê, ku gellek aliyan pêşbînî dikirin şikestina PDK bibînin, lê ji bilî hemû giriftan bi himmet û xweragiriya endam û alîgirên PDK, PDK li ser astê Iraq û Kurdistanê bûye partiya jimare yek.

Serok Barzanî di dirêjiya gotara xwe de tekez kir, ku welatiyên Iraqê di hilbijartinên Perlemana Iraqê de, ew kesên şovînî siza dan, ku li dijî mafê gelê Kurdistanê û referandûmê rawestiya bûn û ev jî belgeyeke bihêz e ku xelkê Iraqê têgeha şovîniyetê red dikin.

Serok Barzanî sipasiya qaremaniya hêzên Pêşmergên Kurdistanê, di şerê dijî terorîstan û şerê berevaniyê di ber rûmet û axa Kurdistanê de kir û got: Em hemû deyndarên Pêşmerge ne, ji ber ku tenê Pêşmergeyan hemû hevkêşe guherandin û Kurdistan parastin.

Hilbijartinên Perlemana Herêma Kurdistanê, mijareke din a gotara Serok Barzanî bû û têde diyar kir, ku hin aliyan dixwestin berûvajî biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê û îradeya xelkê, hilbijartinan paş bixin, lê pêdagiriya PDK bû sedema wê yekê ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin û nabe bi bihaneyên cor bi cor bi mijara hilbijartinan û mafên xelkê bê lîstin.

Serok Barzanî da xuyakirin ku ew bi hêvî ye, bi himmeta cemawer û alîgir û têkoşerên PDK, Partiya Demokrat a Kurdistanê serkeftinê bi dest bîne û ev serkeftin jî wê bihêle, ku PDK karibe çaksaziyên bingehîn di hemû warên jiyana siyasî û abûrî û îdarî de, li nav Herêma Kurdistanê bike.

Derbarê rewşa Kerkûkê û navçeyên din ên derveyê îdara Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî tekez kir, ku rewşa niha ya Kerkûk nesuriştî ye û nayê qebûlkirin û Kerkûk bajareke ji bo pêkvejiyanê di navbera pêkhatan de, lê ti carî bazar li ser nasnameya Kurdistanî ya Kerkûkê nayê kirin û biryara baykotkirina hilbijartinan li Kerkûkê ji aliyê PDKê ve, bo wê yekê bû, ku PDK rewşa sepandina hêzê li wî bajarî qebûl nake.

N.O