Jan Kubis: Divê mafên destûrî ji Herêma Kurdistanê re vegerin

Civîna Encûmena Asayişa Navdewletî ya taybet bi rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê dest pê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Civîna Encûmena Asayişa Navdewletî ya taybet bi rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê dest pê kir.

Di destpêka civînê de Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jan Kubis gotarek pêşkêş kir.

Di gotara xwe de Jan Kubis ragihand, di 17ê Mijdarê de Iraqê serkeftina bi ser DAIŞê de ragihand û dawî pêgehên DAIŞê ji aliyê hêzên Iraqê ve hate kontrolkirin.

Jan Kubis got: Herêma Kurdistanê pêşwazî li hejmareke mezin ji koçberan kiriye.

Amaje bi wê jî kir, rast e ti navçeyek di destê DAIŞê de nemaye, lê metirsiyên wê bidawî nebûne.

Jan Kubis ragihand, girjî û alozî di navber hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê hene û her du alî giliyan dikin ku destûr cibicî nabûye. Hikûmeta Iraqê hin pêngav girtine ber ji bo sepandina desthilata federalî li ser navçeyên cihê nakokiyê, esman û deriyên sînorî û gihêştiye “Hêla Kesk” a sala 2003an.

Herwiah got: “Hin caran rûbirûbûn derket û hejmarek ji welatiyan koçber bûne û me daxwaz ji Hewlêr û Bexdayê kir, lêkolînan bikin ş berpirsên tawanan lêpirsîn ji wan bê kirin.

Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê got jî: “Dibe pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi diyalogê bêne çareserkirin û divê mafên destûrî ji Herêma Kurdistanê re vegerin.”