Li Mêrdînê Konferansa liser rewşa Kurdistanê û Rojhilata Navîn hate lidarxistin

Li Mêrdînê Şaxa Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Konferansek li ser rewşa Kurdistanê û Rojhilata Navîn di 09.12.2017an de lidarxist. Konferans ji hêla Serokê Şaxa Mêrdînê Salihê Omerî ve hate vekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Mêrdînê Şaxa Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Konferansek li ser rewşa Kurdistanê û Rojhilata Navîn di 09.12.2017an de lidarxist. Konferans ji hêla Serokê Şaxa Mêrdînê Salihê Omerî ve hate vekirin. Bixêrhatina mêvanan hate kirin, deqiqeyek ji bo şehîdê Kurd û Kurdistanê hate rawestandin û piştre jî Serokê Giştî yê Partîya Sosyalîst a Kurdistan Mesûd Tek birêvebirîya konferansê kir.

Serokê Giştî Mesûd Tek, bixêrhatina mêvanan kir, liser rewşa herçar perçê Kurdistanê û bi taybetî jî rewşa herêma başûrê Kurdistanê axifî. Bêguman rewşa Rojhilata Navîn çî ye bîrûraya xwe û partîya xwe ji mêvanên konferansê re, bi kurtayî be jî pêşkêşkir.
Piştî axiftina Mesûd Tek, pirsên mêvanan destpêkir. Serokê Giştî bersîva mêvanan da. Konferans di atmosfereke hêja û delal de bi dawî hat. Beşdarîya konferansê ji hêla mêvanan ve baş bû û piştî konferansê jî xwarin hate dayîn. 
Gelek mêvanên hêja û mesûlên partîyên kurdan beşdarî konferansê kirin, evana bûn; Serokê şaxa bajarê Mêrdînê, Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Bedran Acar û hevalên xwe, PDK-Bakur, M. Saîd Reemezanoxlu û hevalên xwe, Mesûlê PDK-S Mehmûd Remo û hevalên xwe û şexsiyetên weke, Emîn Irmak Serokê berê yê bajarokê Artuklu Mêrdînê, Serokê Bajarvanîya Mêrdînê (Kent Konsey Başkan) Xetîb Ozer, Ezîz Ermenoxlu, Xelil Bîngul, Salih Miqrî, Helîm Doxan, Weysî Pariltî, Îbrahîm Yalçîn, Nurî Kilîç, Abdurrahman Silêman, Kemal Yildirim, Orhan Mercî, Ezîz Demir û hwd.