FoxNews: Îran bandora xwe berfereh dike, Amerika bêdeng e

Fox News tewana mezin dixe stûyê Brett McGurk de, ku Iranê kariye di herêmê de biser bikeve û Amerika bi awayek pasîf temaşekarê rûdanan be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fox News diyarkir ku, paşguhxistina Kurdan ji alî Amerikayê ve bandora Îranê li herêmê berferehtir kir û siyaseta Nûnerê Serokê Amerikayê di şerê dijî DAIŞ de Brett McGurk li ser erdê piştgiriya Îranê ye, ku bi vî awayî kariye Iraqê bixe bindestê xwe de. McGurk tenê çavgirtî li van rastiyan temaşe dike.

Fox News tewana mezin dixe stûyê Brett McGurk de, ku Iranê kariye di herêmê de biser bikeve û Amerika bi awayek pasîf temaşekarê rûdanan be.

Ligor FoxNews pêwendiya Amerika bi Kurdan re, piştgirîkirina Kurdan di berjewedniya Amerikayê de ye û alîkarîkirina hêviyan Kurdan dê ji bo Amerika baştir be.Kurdan li ser erdê daye xuyakirin ku hevkarek herî pêbawer ê Amerika ne, pêjirandina referemndûma Serxwebûna Kurdistanê dê jib o Amerika baş bû ya, lê Brett McGurk li dij referendûma rawestiya û bi awayek rasteqîn alîkariya siyaseta Îranê li herêmê kir. Nimûnê jî Qasim Silêmanî li herêmê hespê xwe dibezîne her cîhî, destwerdana her cîhî dike, McGurk karîbûye van xebatên Qasimî sînordar bike? Herweha pasîfbûna McGurk rê da ye Bexdayê ku bi awayek vekirî fermanên Tehranê hemberî Kurdistanê derbasî jiyanê bike.

Ger Trump bixwaze kargeriya Îranê li herêmê rawestîne, di destê yekem de dive pişthgiriya xwe bi Kurdistanê re bîne ziman.