Kurdistan Wezîrê Bajarvaniyê: Naxwazin niştecihên Sûrê mexdûr bibin

Wezîrê Bajarvaniyê: Naxwazin niştecihên Sûrê mexdûr bibin
Wezîrê Bajarvanî û Hawirdorê yê Tirkiyeyê Mehmet Ozhasekî

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bajarvanî û Hawirdorê yê Tirkiyeyê Mehmet Ozhasekî li Diyarbekirê li ser projeya ji nû ve avakirina Sûrê û Projeya Geliyê Dîcleyê bersiva pirsên Kurdistan24 da.

Ozhasekî amaje kir ku, heta 3 salan dê projeyên nûjenkirinê bi dawî bibin dê Diyarbekir bibe yek ji navendên geşt û guzariyê. Ozhasekî got ku ew naxwazin niştecihên Sûrê mexdûr bibin û dê yan heqê xaniyên xelkê bidin wan yan jî xaniyên nû têne çêkirin bidin wan.

Ozhasekî derbarê avahiyên li ser Çiyayê Çilan de jî got ku piştî pêvajoya hiqûqî dê ew avahî jî werin rûxandin.