HSD hin navçeyên din kontrol kir

Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan belav kir ku Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) karîn hejmarekê ji wan navçeyan kontrol bikin, ku berî çend rojan li rojhilatê Dêra Zorê ji dest dabûn.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan belav kir ku Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) karîn hejmarekê ji wan navçeyan kontrol bikin, ku berî çend rojan li rojhilatê Dêra Zorê ji dest dabûn.

Çavdêrgehê diyar kir, hêzên HSD li navçeya Behra li nêzîkî Hecîn li rojhilatê Dêra Zorê, êrîşî çekdarên DAIŞê kirin û karîn tevahiya xalan li wê navçeyê kontrol bikin ku di vê dema dawî de ji dest dabûn.

Li gorî heman jêderê, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî jî bi tundî  baregehên DAIŞê li wê navçeyê bordûman kirin û di encamê de, hejmarek ji sivîlan hatin kuştin.

Piştî topbarana Artêşa Tirkiyê li ser hin navçeyên Girê Sipî û Kobanê li rojhilatê Firatê, HSDê wek karvedan rawestandina operasyonên xwe li dijî DAIŞê ragihand û ev yekem êrîşa wê ye piştî rawestandina operasyonan li Dêra Zorê, lê hîn jî HSD daxuyaniyeke fermî derbarê destpêkirina operasyonan neda ye.

N.O