Wêneyên Erdogan li Diyarbekirê hatin rakirin

Komisyona Hilnijartinê ya Diyarbakirê biryar da, wêneyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ji nava bajêr were rakirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komisyona Hilnijartinê ya Diyarbakirê biryar da, wêneyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ji nava bajêr were rakirin.

Li Diyarbekirê berî salekê li gelek cihan û li stûnên kahrebayê wêneyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û alên Tirkiyê hatibûn bilindkirin û berî serdana Erdogan bo Diyarbekirê jî hatibûn nûkirin.

Li ser vê yekê Şaxa HDPê ya Diyarbekirê bilindkirina wêneyên Erdogan bi hinceta li dijî yasayên hilbijrtinê ye serî li Komisyona Hilbijartinê ya Diyarbekirê da.

Daxwaza HDPê hate qebûlkirin û Komisyona Hilbijartinê ya Diyarbekirê biryar da ku wêneyên Erdogan bên rakirin.

 

S. B