Li Edenê 24 kes bi tuhmeta PKKê hatin binçavkirin

Li bajarê Edenê û bajarokê Ceyhanê 24 kes bi tuhmeta endametiya PKKê hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Edenê û bajarokê Ceyhanê 24 kes bi tuhmeta endametiya PKKê hatin binçavkirin.

Rêveberiya Dijeterorê ya ser bi asayişa Edenê ve, li nava bajarokê Ceyhanê dest bi operasyoneke berfereh li dijî endamên PKKê kirin.

Hat ragihandin, ew operasyona li dijî grûpên PKKê hatin kirin, ji ber ku ew grûp bi niyaz bûn rêxistina PKK li wê deverê zindî bikin û dest bi çalakiya bikin.

Operasyon îro berbangê bi beşdariya 500 polîs birêve çû, ku li bajarê Edenê jî 10 kes û li bajarokê Ceyhanê jî 14 kes, bi giştî 24 kes hatin binçavkirin.