Xalên gumrikê di navbera Kerkûk û Herêma Kurdistanê de tê rakirin

Biryar e îro xalên gumrikê di navbera parêzgehên Kerkûk û Neynewa bi Herêma Kurdistanê re bên rakirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e îro xalên gumrikê di navbera parêzgehên Kerkûk û Neynewa bi Herêma Kurdistanê re bên rakirin.

Jêderekî berpirs li Kerkûkê ji peyamnêrê K24ê re ragihand, Serokê Desteya Gumrikên Iraqê pêwendiyeke telefonî bi Parêzgarê Kerkûkê yê hatiye spandin Rakan Seîd re kir û ji wî re got ku xalên gumrikê di navbera Kerkûk û Herêma Kurdistanê rake.

Aşkere kir jî, biryar e heta îro êvarê ew biryar bikeve warê cibicîkirinê û xalên gumrikê yên di navbera Kerkûk û her yek ji Silêmanî û Hewlêrê de bêne rakirin.

Ev yek di demekê de, îro danê sibê bo heyama 2 demjimêran xala gumrikê ya di navbera Kerkûk û Hewlêrê û Silmaniyê de hatibûn rakirin, lê piştre careke din hat danîn û dest bi kar kir.

Herwiha û li gor zanyariyên K24ê, îro xala gumrikê ya di navbera parêzgeha Neynewa û Herêma Kurdistanê de hatin kirin.

Piştî vekirina riya Kerkûk û Hewlêrê di 19ê meha Tebaxa bûrî de, parêzgeha Kerkûkê xala gumrikê li ser riyên herdu bajaran Hewlêr û Silêmaniyê yên diçin Kerkûkê danîn.

Li gor destûra Iraqê nabe xala gumrikê di navbera parêzgehên Iraqê de were danîn.


S. B