Kurdistan Îran girtiyekî Rojavayê Kurdistanê radestî Sûriyê dike

Îran girtiyekî Rojavayê Kurdistanê radestî Sûriyê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Îran piştî derbasbûna 11 sal û nîvan ji girtinê, dê  girtiyekî Rojavayê Kurdistanê radestî rêjîma Sûriyê bike.

Li gor ajanseke nêzîkî PKKê, ku ji çavkaniyekî ji rêxistina mafên mirovan a Rojhilatê Kurdistanê veguhestiye, rejîma Îranê roja çarşema bê dê girtiyê Kurd, bi navê Mustefa Elî Ehmed ku xelkê bajarê Kobanê ye radestî rêjîma Sûriyê bike.

Li gor wê rêxistinê, Mustefa di sala 2005an de bi tometa, ku endamê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye li gundekî bajarê Urmiyê hatibû girtin û wê demê cezayê bidarvekirinê jê re hatibû dan, lê di dadgehkirineke nû de, cezayê  11 sal û şeş mehan pê hat dan.

Her weha wê rêxistinê diyar kiriye, ku Mistefa Elî Ehmed di nava 11 sal û şeş mehan de tenê carekê bavê xwe dîtiye û di girtîgeha Îranê de ji hemû mafên xwe yên sereke bêpar e.