Minbic vedigere hembêza Şamê

Encûmena Leşkerî ya Minbicê ragihand, bi hevkariya li Encûmena Sivîl a wî bajarî dê rêveberiya Minbicê bikin, piştî ku dawî şêwirmendê HSDê ji Minbicê vekişiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Leşkerî ya Minbicê ragihand, bi hevkariya li Encûmena Sivîl a wî bajarî dê rêveberiya Minbicê bikin, piştî ku dawî şêwirmendê HSDê ji Minbicê vekişiya.

Jêderekî ji Fermandariya Encûmena Leşkerî ya Minbicê ji rojnameya “Watan” a Sûrî re da zanîn, daxwazeke hevbeş li cem wê encûmenê û Encûmena Sivîl a Demokratîk heye ku Minbic vegere hembêza dewleta Sûrî.

Tekez kir jî, her du encûmen red dikin ku Tirkiye derbasî bajêr bibe û da zanîn jî, desthilatên Tirkiyê bi Amerîka re gavek mezin avêtine ji bo Minbicê kontrol bikin û Enqere û Amerîka rêveberiyeke xwecihî û polîs jî damezradine ku li gor nexşerêya Enqere û Washingtonê di şeş mehên bê de pêk tên.

Wî jêderî diyar kir, piraniya xelkê Minbicê dibînin ku Tirkiye dewleteke dagîrker e û dixwaze Kurdên Sûriyê ji xaka xwe koçber bike, ji ber wê ew dixwazin dewleta Sûriyê vegere bajêr û wan û hemû pêkhateyên din ji Tirkiyê biparêze, ya ku bi hişê mîlîşyayî riftarê dike û navçeyên Mertala Ferêt hikum dike.

Diyar kir jî, Mosko haje wê daxwazê heye û dê bi Tirkiyê danûstandinê bike, da ku daxwaza xelkê Minbicê yê ku hebûna Tirkiyê red dike bicih bîne.

Tekez kir jî, şervanên Kurd waneyeke mezin ji Efrînê wergirtin, dema rê nedan dewleta Sûriyê vegere û bixwe li hember êrîşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve berevanî kir, berî ku Efrîn bikeve destê wan û ji ber rewşa dagîrkirinê piraniya xelkê koçber bibe.

Daneya yekem ji şêwirmendên leşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di Mijdara 2016an de ji Minbicê derketibû, daneya duyem jî piştî ragihandina nexşerêya Washington û Enqerê derketibû.

Li gor zanyariyan, şandeke leşkerî ya mazin ji Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê di vê dawiyê de serdana Minbicê kiribû û gerentiyên devkî dabûn, ku wî bajarî bi dest Tirkiye û mîlîşyayên çekdar ve bernadin.

 

S. B