Dizeyî biryarên hukimeta Bexda bi nedestûrî wesf kir

Berdevkê hukimeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî, biryarên desthilata Bexdayê yên dijî herêma Kurdistanê bi nedestûrî binavkir

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê hukimeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî, biryarên desthilata Bexdayê yên dijî herêma Kurdistanê bi nedestûrî binavkir. Dizeyî got ku, ew biryar, ji alî dadgeha federalî ve nehatine pejirandin.

Dizeyî kêmkirina budçeya Kurdistanê, ragirtina xebata belafirgehan bêyî meşruiyetek qanunî destnîşan da û xwest ev kiryarên Bexdayê bidawî werin.