Kurdistan Pispor: Serdana Yildirim ji Bexda û Hewlêrê re gaveke erênî ye

 

K24 – Enqere

Piştî du salan Tirkiyê di polîtîkaya xwe ya Iraqê de guherînek pêk anî. Serdana Serokwezîr Bînalî Yildirim ya bo Bexda û Hewlêrê, ji aliyê pispor û der û dorên siyasî ve wek gaveke erênî hate nirxandin. Li ser paşperdeya vê serdanê bîr û boçûnên xwe rave kirin.

Serdana Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ya bo Bexda û Hewlêrê bû mijara sereke ya rojeva Tirkiyê. Tê çaverêkirin ku piştî du salan ew têkîliyên di nava Tirkiye û Iraqê de rawestiyabûn careke din karîger bibin. Aliyê herî zêde yê vê serdanê ku tê nîqaşkirin, mijara guherîna polîtîkaya derve ya Tirkiyê û xurtkirina têkîliyan ya bi Hewlêrê re ye.

Li gorî parlamenterê HDPê Mehmet Alî Aslan her çiqas di demên raborî de Tirkiyê li dij Iraqê meydan xwendibe jî, ev serdana Hewlêr û Bexdayê ji bo Tirkiyê gelekî giring e. Aslan bal kişande ser wan xetayên Tirkiyê yên polîtîkaya derve û got; Tirkiyê berê li dij Rûsya û Îsraîlê jî heman şewaz bikaranîbû, lê îro ji bo berjewendiyên xwe mecbûr maye ku biçe Iraqê û ji nû ve pêwendiyan saz bike. Bi boçûna Aslan dema ku li Bexda û Hewlêrê bi tenê bi hinek koman re tifaq bê danîn û yên mayî li derve bên hiştin, ev rêbaz wê kêşeyên li herêmê hê zêdetir bike.

Herwiha Aslan ji K24ê re axivî: “Dixwazim li Hewlêr û Bexdayê di çarçoveya bernameyeke ku mafên hemû koman diparêze, aramî û biratiya li Rojhilata Navîn ji xwe re kiriye bingeh bê şopandin. Lê mixabin dema em li pratîkên raborî yên vê hikûmetê dinihêrin ev yek ji me re zêde mimkûn xuya nake û ez ne bawer im ku ev hikûmet bi nêteke baş çûbe wê derê. Ligel her tiştî hêviya min ew e ku ev serdan rê li ber fitneyan veneke û meselayan mezintir neke.”

Li gorî siyasetmedarên partiya desthilat jî ev serdan ji bo dirûstkirina di nava welatên cîran de gaveke pir giring e. Ji bo ewlehiya sînor û têkoşîna li dij DAIŞ û PKKê pêdivî pê heye ku bi hikûmeta Iraqê re pêywendî bê danîn. Ev yek wê bike ku kêşeyên di nava Iraqê de zûtir bên çareserkirin û wê bike ku rê li ber wan provakasyonên hêzên derveyî herêmê jî bê girtin.

Li gorî Parlamenterê AK Partiyê Yahya Akman serdana Hewlêrê ji aliyê aborî û siyasî ve û beriya civîna li Astanayê ku Tirkiye naxwaze PKK û PYD beşdarî tê de bikin serdaneke giring e. Akman got jî: “Serdana Serokwezîr Binalî Yildirim ku dike li Bexda û Herêma Kurdistanê bi qeneata min pir muhîm e. Tirkiye li temamê Rojhilata Navîn aştiyê dixwaze. Di vê mintiqê de hem Kurd, hem sunnî hem jî şiî baweriya wan bi siyaseta Tirkiyê heye. Dibêjin Tirkiye di nava hadîsê de hebî wê hê zûtir çareser bibî. Ji vê meslê bi baweriya min ev serdan girîng e.”

Li gorî pisporan di dîzaynkirina herêmê de Emrîkayê Tirkiye li derveyî gelek projeyan hiştiye. Tirkiye jî dixwaze xwe ji nû ve daxilî vê prosesê bike. Ji Bexdayê bêhtir, Tirkiyê di ser Hewlêrê re dixwaze bimeşe. Ji ber ku siyaseta Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya hevseng hiştiye ku Kurdistan li herêmê bibe hevkarê startejîk yê hêzên hevpeyman. Loma jî hevdîtina Enqerê ya bi Hewlêrê re ji aliyê leşkeri, siyasî û pêwendiyên civakî ve gaveke stratejîk dihewîne.