Ebadî: Em ji diyalogê re amade ne

Ebadî: Min li emîndariya giştî komîteyek erkdar kiriye daku hevrêziyê li gel Herêma Kurdistanê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ku Serokê Firensa Emmanuel Macron bi riya telefonê pêwendî li gel wî kiriye ji bo destpêkirina diyalogê li gel Herêma Kurdistanê, wî jî amadebûna hikûmeta xwe ji bo vê yekê daye xuyakirin.

Ebadî di kongirê rojnamevanî yê heftane de got: "Niha me dest bi hûrbîniyê di mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de kiriye û pirose wê zû temam bibe piştre wê mûçe bên şandin, herweha min li emîndariya giştî komîteyek erkdar kiriye daku hevrêziyê li gel Herêma Kurdistanê bike."

Ebadî diyar kir, ku bi awayekî giştî ew amade ne di navbera şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şandeke Hikûmeta Iraqê de, danûstendinan destpê bikin.