Cigîrê Serokomarê Îranê serdana Tirkiyê dike

Cîgirê Serokomarê Îranê Îshak Cîhangirî serdana Tirkiyeyê dike.

Li gor Serokwezîrtiya Tirkiyeyê, Cigîrê Serokomarê Îranê Îshak Cîhangirî dê sibe serdana Enqereyê bike û digel Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildim kom bibe.

Hat zanîn, Cîhangîrî li ser daxwaza Serokwezîrê Tirkiyeyê diçe Enqereyê.

Serdana Cigîrê Serokomarê Îranê di demeke wiha de pêk tê, ku Haşda Şeibî bi piştgiriya Îranê êrîşê Kerkûkê kiribû.

Berî 2 hefteyan jî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan serdana Îranê kiribû.