Pêşmerge êrîşa DAIŞê li Xurmatûyê têk şikandin

Îro danê sibê, li Xurmatûyê hêza Pêşmerge êrîşeke DAIŞê li ser çeperên Pêşmerge têk şikand û bi dehan çekdarên DAIŞê kuştin. Herwiha 2 Pêşmerge jî şehîd bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro danê sibê, li Xurmatûyê hêza Pêşmerge êrîşeke DAIŞê li ser çeperên Pêşmerge têk şikand û bi dehan çekdarên DAIŞê kuştin. Herwiha 2 Pêşmerge jî şehîd bûn.

Peyamnêrê K24ê ragihand, îro danê sibê çekdarên DAIŞê êrîşî çeperên Pêşmerge li sênorê li gundê Zerge ya ser bi Xurmatûyê ve kirin. Hêza Pêşmerge jî êrîşa çekdarên DAIŞê têk şikandin û hejmarek ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin û birîndarkirin.

Peyamêrê K24ê amaje bi wê jî da, di êrîşê de 2 Pêşmerge bi nave Muqedem Ebdulah Cemîl û Raîd Kawe Xorşîd şehîd bûn û çend Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.