Seed Hedîsî: Navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji pirojeyasaya budce hatiye derxistin

Budcey 2018an ya Iraqê bi 91 milyar dolar hatiye texmînkirin û bi qasî 19 milyar dolar jî kurthênan têde heye

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê hikûmeta Iraqê Seed Hedîsî ragihand: "pirojeyasaya budceya 2018an ya Iraqê di qonaxa dawî de ye û navê Hikûmeta Herêma Kurdistan ji pirojeyasayê hatiye rakirin."

Seed Hedîsî  diyar kir, di çend rojên dahatî de, wê pirojeyasaya budceya 2018an ya Iraqê, ji bo Perlemana Iraq bê şandin daku deng li ser dê dayin, derbarê beşê budceya Herêma Kurdistanê jî, wê li gorî maddeya 143 ya destûra Iraqê, serederî li gel Herêma Kurdistan bêkirin.

Budcey 2018an ya Iraqê bi 91 milyar dolar hatiye texmînkirin û bi qasî 19 milyar dolar jî kurthênan têde heye, di dema derbasbûyî de jî, pişka Herêma Kurdistanê di wê pirojeyasayê de, bi rêjeya 4.33% hatiye kêmkirin, vê yekê jî nerazîbûneke mezin li cem Hikûmeta Herêma Kurdistanê çêkiriye.