Erdogan: Emê hêzên xwe li bajarê Idlibê belav bikin

Erdogan got: “Di çarçoveya rêketina pêkanîna deverên kêmkirina şer de, wê Tirkiyê hêzên xwe li Idlibê li bakurê Sûriyê belav bike.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Di hevdîtneke taybet de bi ajansa Reuters re, serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan got: “Di çarçoveya rêketina pêkanîna deverên kêmkirina şer de, wê Tirkiyê hêzên xwe li Idlibê li bakurê Sûriyê belav bike.”

Di heftya derbasbûyî de, Rûsya, Îran û Tirkiyê li ser belavkirina çavdêran li parêzgeha Idlibê lihev kirin û niha ew parêzgeh di bin destê Desteya Tehrîr El-Şam de ye, ku berê bi navê Eniya Nusra dihat naskirin.

Biryar e di 28 vê mehê de Serokê Rûsiyê serdana Tirkiyê bike û li gel Serokê wî welatî bicive û mijara Idlibê wê beşekî serekî ji gotûbêjên herdu serokan be.