Keskîn: AK Partî û dewleta kûr bûne yek

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskîn dibêje, AK Partî bi soza têkoşîna li dijî dewleta kûr û kiryarên tarî hat ser desthilatê, lê niha ew lihev hatine û bûne yek.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskîn dibêje, AK Partî bi soza têkoşîna li dijî dewleta kûr û kiryarên tarî hat ser desthilatê, lê niha ew lihev hatine û bûne yek.

Eren Keskîn ku di heman demê de, bo Serokatiya Baroya Stenbolê namzetiya xwe diyar kiriye dibêje, di dîroka Tirkiyê de dadgeh ewqas girêdayî desthilatê nebûye û mafnasî ewqas nehatiye binpêkirin.

Da xuyakirin, AK Partî soza têkoşîna li hember dewleta kûr dabû, lê bi akterên sereke yên dewleta kûr Mehmet Agar û Tansu Çîller re dicive û got, qedexekirina çalakiyên Dayikên Şemiyê zext û fişarên li ser siyasetmedar, parêzvan û çalakên mafên mirovan jî wê lihevhatinê piştrast dikin.

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan got, hemû demên bihurî ew ti carê dest ji têkoşîna mafnasiyê venakişin û li hember zext û fişaran xwe naçemînin.

 

S. B