PDK û YNKê pêkanîna hikûmetê guftûgo dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Polîtburoya PDK û Polîtburoya YNKê ji bo guftûgokirina pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civînê de ne.
Li gor zanyariyên K24ê, ji bilî pêkanîna hikûmetê, PDK û YNKê behsa rewşa Kerkûkê û pirsên siyasî yên Iraqê dikin.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, şanda PDKê ji Nêçîrvan Barzanî, kandîdê PDKê bo serokatiya hikûmetê Mesrûr Barzanî, Dr. Roj Nûrî Şaweys, Hoşyar Zêbarî, Ceifer Êminkî û çend rayedarên din pêk hatiye.
Herwiha şanda YNKê jî ji Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî, Hakim Qadir, Umer Fetah, Pavil Talebanî, Qubad Talebanî û çend rayedarên din pêk hatiye.
S. B