Di xwepêşandanên Iraqê de 8 kes hatin kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li gor amarên Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê, di xwepêşandanên vê dawiyê li başûrê Iraqê de 8 kes xwepêşander hatin kuştin.
Peyvdarê Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê Seyf Bedir hejmara kuştî û birîndarên di xwepêşandanan de aşkere kir, ta niha 8 xwepêşander hatine kuştin û 56 xwepêşander birîndar bûne.
Diyar kir jî, li Besrayê 2, li Necefê 2, li Semawa 3 û li Kerbelayê xwepêşanderek hat kuştin.
Ji aliyê xwe ve, Peyvdarê Navenda Medyaya Iraqê Yehya Resûl ragihand, 260 endamên hêzên ewlehiyê di rûbirûbûna xwepêşanderan de birîndar bûne.
Ji 8 vê mehê ve, xwepêşandanan li Besrayê dest pê kir û di pişt re li 5 parêzgehên din ên başûrê Iraqê belav bû. Xwepêşander daxwaza xizmetguzariyên seretayî dikin.
S. B