Li Silopiyê basek qulibî: 9 penaberan çanê xwe jidest dan

Li navçeya Silopiyê ya Bakurê Kurdistanê basek ku ji Tirkiyê ber bi Iraqê ve diçû qulibî, di encamê de 9 kes canê xwe ji dest dan, 28 kes jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Silopiyê ya Bakurê Kurdistanê basek ku ji Tirkiyê ber bi Iraqê ve diçû qulibî, di encamê de 9 kes canê xwe ji dest dan, 28 kes jî birîndar bûn.

Îro danê sibê li navçeya Silopiyê nêzikê deriyê Îbrehîm Xelîl basek qulibî. Hat zanîn Bas ji Tirkiyê birê ketibû û ber bi Iraqê ve dihat û tê de welatiyên Iraqê hebûn.

Rêvebirê Asayişa Deriyê navdewletî ya Îbrahîm Xelîl, Ebdilwehab Mihemed ji K24ê re ragihand, kesên ku di base de bûn, xelkê bajarên navîn ên Iraqê û Mûsilê bûn û ji Tirkiyê vedigeriyan Iraqê.

Ebdilwehab Mihemed piştrast kir, di encama wê bûyerê de 9 kesan canê xwe ji dest dane û 28 kes jî birîndar bûne.

Piştî rûdanê hejmarek zêde tîmên hawarçûnê û tîmên ewlekariyê gihiştin cihê bûyerê û birîndaran rakirin nexweşxaneyên herî nêzik ên Silopiyê.