Li Hollanda dîdarek bo pêşhatên li Kurdistanê birêve çû

Li bajarê Arnhem ê Hollandayê dîdarek ji bo gotûbêjkirina dawî guhartin û rewşa Kurdistanê birêve çû, tê de Serok û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistanê Husên Yezdanpena behsa dawî guhartinên ne çaverêkirî ên Kurdistanê û navçê kir.
kurdistan24.net

K24 – Arnhem

Li bajarê Arnhem ê Hollandayê dîdarek ji bo gotûbêjkirina dawî guhartin û rewşa Kurdistanê birêve çû, tê de Serok û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistanê Husên Yezdanpena behsa dawî guhartinên ne çaverêkirî ên Kurdistanê û navçê kir.

Di simînarê de hejmarek ji kesayetî, siyasetmedar û nûnerên partiyên Kurdistanî amade bûn. Husên Yezdanpena pêkanîna bereyeke yekgirtî ji bo Rojhilatê Kurdistanê bi girîng zanî, wek amadebaşiyek ji guhartinên ku li navçê rû didin.

Husên Yezdanpena li wê simînarê ji K24ê re ragihand, ew qeyrana niha di navbera Amerîka û Îranê de heye, derfetekê ji Kurd re li Rojhilatê Navîn tîne pêş ku bikarin mafên xwe bidest bînin.

Got jî: “Yek ji kêmaniyên niha yên tevgera Kurd li Rojhilata Navîn ew e, hêzên siyasî hîna nikarin bibin xwedî bereyeke yekgirtî. Divê dawî li şerpezbûna Kurd bê. Divê bereyeke yekgirtû pêk bê û hin gavên destpêkê bo vê armancê hatine avêtin.”

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropa Dilawer Ajgayî bi girîngî behsa wê dîdarê kir û bi pêwîstî zanî ku ev cure dîdar ji bo şîrovekirina rewşa Kurdistanê.

Dilawer Ajgayî got: “Rêjeyeke baş ji Kurdên li Ewropa beşdarî wê simînarê bûn. Gelek girîng e serkirdên Kurd serdana welatan bikin û di dîdaran de rasterast pêşhatên dibin bigihînin xelkê û bersivên xelkê bidin, ji ber ku gelek caran zanyarî tên berûvajîkirin.”