Live TV RADIO

KURDISTAN24

  • Erbil
  • -
  • Türkçe
  • |
  • English
  • |
  • Kurdî
  • |
  • فارسی
  • |
  • عربي
  • |
  • كوردی
KURDISTAN 24
  • Nûçe
    • Kurdistan
    • Iraq
    • Tirkiye
    • Îran
    • Sûriye
    • Rojhilata Navîn
    • Cîhan
  • Aborî
    • Kurdistan
    • Cîhan
  • Werziş
    • Kurdistan
    • Giştî
  • Çand
    • Muzîk
    • Sînema
    • Pirtûkxane
    • Şano
    • Helbest
  • Magazîn
    • Tenduristî
    • Geştyari
    • Teknelojiya
    • Giştî
    • Jîngeh
  • Hevpeyvîn
    • Siyasî
  • Gotar

Derbarê Me | Peywendî  | Appên | Derfatên kar

Tirkiyê

Tirkiye di nav welatên ne azad de tê destnîşankirin

Ercan Dag |


 

K24 – Stenbol

Rapora îsal a Freedom House ku li ser azadiya giştiyê welatên cîhanê bi ser navê 'Demokrasî paş de diçe' hatiye belavkirin, balê dikêşîne ser zêdebûna binpêkirinên mafên mirovî ku sal bi sal zêdetir dibe. Di raporê de 50 welat di nav welatên neazad de tê destnîşankirin ku Tirkiye jî di nav wan de cîh digire. Aliyên nêzî hikûmeta Tirkiyê raporê wek ne rast pênase dikin û nirxandinên raporê red dikin lê siyasetmedarên opozîsyonê dibêjin ne tenê ev rapor di gelek raporên din ên navdewletî de rewşa azadî û mafên mirovan a li Tirkiyê xerab tê destnîşankirin.

Sazîya fîkr û ramanê Freedom House ku navenda wê li Washingtonê ye di rapora xwe ya îsal de li ser azadiyê Tirkiye, di kategoriyê de welatên neazad de nîşan dide. Di raporê de Tirkiye bi 31 pûanê li gor welatên wek Iraq, Madagaskar, Mozambîk, Pakîstan paş de maye.

Li gor raporê sedema vê rewşê jî girtina siyasetmedar, rojnamevan û zêdebûna dozên li ser eşkerekirina fîkr û ramanan tên destnîşankirin. Aliyên nêzî hikûmeta Tirkiyê rexne li raporê dikin û dibêjin raporek objektîf nîn e.

Rojnamevan Fuat Ugur ji K24ê re got: “Nirxandinên der barê Tirkiyê de ku di vê raporê de cîh digirin ji rastiyê dûr in. Çimkî Freedom House bi qanaata min saziyek ne cîddî ye û serbixwe nîn e. Loma divê em guh nedin raporeke wiha ku tê de nirxandinên şaş hene.”

Li gor hiqûqnas û siyasetmedarên opozîsona Tirkiyê jî di salên dawî de gelek mafên yasayî hatine qedexekirin û her ku diçe rewş xerabtir dibe.

Parêzer û Parlamenterê CHP Sezgîn Tanrikulu dibêje: “Ne tenê rapora Freedom House di raporên din ên navdewletî de jî diyar e rewşa demokrasî û azadiya Tirkiye gelek xerab e. Mafê hilbijartinê hatiye binpêkirin, kesên bijartî na kesên qeyyûm hejmareke zêde şaredariyan bi rê ve dibin. Xwepêşandana dayîkên Şemiyê ku bi mebesta dîtina xizmên xwe ev 25 sal in bi awayeke aştiyane çalakî dikirin lê hat qedexekirin.”

Li gor raporê ku bi sernava spotekî 'Demokrasî paş de diçe' hatiye belavkirin, rewşa azadî mafên esasî yên 195 welat hatin nirxandin. 86 welat wek welatên azad, 59 welat piçek azad, 50 welat jî wek azad nîn e hatine destnîşankirin.

 

Wêneyê Peywendîdar
Nûçe Peywendîdar
24 Demjimêr Berê
01 YNKê daxwazekê arasteyî PDKê dike
02 Desteya Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê hat hilbijartin
03 Civîna Parlemantoya Kurdistanê dest pê kir
04 Li Hesekê teqîn: 4 ji hêzên ewlehiyê yên rêjîma Sûriyê birîndar bûn
05 Daxwaza YNKê bo beşdarî civîna Parlemantoyê aşkere dibe
06 Pişkê Goranê ji hikûmetê aşkere dibe
Heftiya Borî
01 YNKê daxwazekê arasteyî PDKê dike
02 Desteya Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê hat hilbijartin
03 Civîna Parlemantoya Kurdistanê dest pê kir
04 Li Hesekê teqîn: 4 ji hêzên ewlehiyê yên rêjîma Sûriyê birîndar bûn
05 Daxwaza YNKê bo beşdarî civîna Parlemantoyê aşkere dibe
06 Pişkê Goranê ji hikûmetê aşkere dibe
Meha Borî
01 YNKê daxwazekê arasteyî PDKê dike
02 Desteya Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê hat hilbijartin
03 Civîna Parlemantoya Kurdistanê dest pê kir
04 Li Hesekê teqîn: 4 ji hêzên ewlehiyê yên rêjîma Sûriyê birîndar bûn
05 Daxwaza YNKê bo beşdarî civîna Parlemantoyê aşkere dibe
06 Pişkê Goranê ji hikûmetê aşkere dibe
Herî li pêş
    Gotar
    Nûredîn Zaza: Rewşenbîr, siyasetvan û mirov
    Min di hemû jiyana xwe de kêm meriv nas kirine ko wek Doktor Nûredîn (Yûsif) Zaza serbilind, pak, paqij, dilsoz, gentelman û bi dil û can Kurdistanî bin...
    Nûredîn Zaza: Rewşenbîr, siyasetvan û mirov
    Omar Şêxmûs
    Tirkiye ji Soçî destvala vegeriya?
    Cemal Batun:
    Tirkiye ji Soçî destvala vegeriya?
    Hukimeta bihêz çawa çêdibe?
    Selîm Giresorî:
    Hukimeta bihêz çawa çêdibe?
    Hemû parçeyên Kurdistanê divê ji hiqûqa hevdu re rêz bigrin
    İbrahim Gûçlû:
    Hemû parçeyên Kurdistanê divê ji hiqûqa hevdu re rêz bigrin
    Dîroka Rexne ya Edebî li Devera  Badînan
    Rebî Zêbarî:
    Dîroka Rexne ya Edebî li Devera Badînan
    • Nûçe
    • Kurdistan
    • Iraq
    • Tirkiyê
    • Îran
    • Sûriyê
    • Rojhilata Navîn
    • Cîhan
    • Baş
    • Aborî
    • Werziş
    • Çand
    • Magazîn
    • Hevpeyvîn
    • Gotar
    • Xizmet
    • Frequency
    • Zindî
    • Appên
    • RSS
    © Copyright 2019 Kurdistan 24 – All rights reserved

    Nexşeya Malperê | Siyaseta Parastina Nehêniyan | Derbarê me | Pêwendi  |  Derfatên kar


    Nexşe danin û Pêk anin: AwroSoft (AP.)