Sînatorekî Amerîkî Tirkiyê hişyar dike: Zêde destêwerdanê di Sûriyê de neke

Sînatorekî Amerîka Tirkiyê hişyar dike û dibêje, heger Tirkiye zêdetir destêwerdanê di krîza Sûriyê bike, dê xwe di çiravekê de bibîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sînatorekî Amerîka Tirkiyê hişyar dike û dibêje, heger Tirkiye zêdetir destêwerdanê di krîza Sûriyê bike, dê xwe di çiravekê de bibîne.

Sînatorê Amerîkî Lindsey Graham di serdana xwe ya ji Bexdayê re ji “Reuters” re ragihand, divê Tirkiyê piştgîriyê bide hebûna berdewam a Amerîka li Sûriyê.

Lindsey Graham ku serdana Tirkiye, Sûriyê û Iraqê dike, piştî civîna ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan got. “Min hewl da baweriyê bi Erdogan re çê bikim, ku pêwîstiya wî bi Amerîka heye, ji ber ku derketina Amerîka ji Sûriyê, dê encamên nebaş jê biderkevin.”

Diyar kir jî, wî ji Erdogan re gotiye: “Pêwîst nake artêşa Tirkiye zêdetir destêwerdanê di nava xaka Sûriyê de bike, ji ber Tirkiyê dê xwe di çiravekê de bibîne.”

Tirkiye ji piştevanîkirina Amerîka bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dilgiran e û ji 2 salên bûrî ve derbasî nava xaka Sûriyê bû. Artêşa Tirkiyê jî di 18ê Adara bûrî de derbasî Efrînê bû û dagîr kir.

Tirkiye di meha bûrî de jî ragihand, li ser bajarê Minbicê bi Amerîka re gihîştiye nexşerêyekê û li gorî wê nexşerêyê, di qonaxa yekem de dê YPG ji wî bajarî derkeve û di pişt re dê hêzeke Amerîkî Tirkî ya hevbeş derbasî bajêr bibe.

Lê Sînatorê Amerîkî li ser vekişîna YPGê ji Minbicê got: “Mana YPGê bi 20 K.M dûrî Minbicê bes e.”

Rayedarên Tirkiyê dibêjin, YPG baskeke PKKê ye û bi piştgiriya çekên Amerîkî li bajarên wekî Heseke, Qamişlo û Kobanê bihêz bûye. Piştî Minbiçê ewê berê xwe bidin wan bajaran jî.

 

S. B