Herêma Kurdistanê û Çek di 6 waran de hevkariya hev dikin

Konsolê Giştî yê nû yê Komarê Çek li Hewlêrê di hevdîtina legel Serok Mesûd Barzanî de tekezî li ser hevahengî û hevkariya di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Çek di warên cuda de kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Konsolê Giştî yê nû yê Komarê Çek li Hewlêrê di hevdîtina legel Serok Mesûd Barzanî de tekezî li ser hevahengî û hevkariya di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Çek di warên cuda de kir.

Îro roja Çarşemê 08.08.2018 li Selahedîn birêz Serok Barzanî pêşwaziya Mîxayîl Sivoboda Konsolê Giştî yê nû yê Komarê Çek li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de Konsolê Giştî yê Komarê Çek ku bi mebesta xwe nasandinê serdana Serok Barzanî kiribû, xweşhaliya xwe bi nêzîkî û dostaniya her du gelê Çek û Kurdistanê derbirî û got, ew dema ku li vir im hest dikim li nav xizm û kesên xwe me.

Konsolê Giştî yê Komarê Çek li Hewlêr li dirêjahiya axaftina xwe de tekez li wê yekê kir, hemû hewlên xwe ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê dide û karên cîddî jî dikin ji bo pêşxistina karên zêdetirê hevbeş li warên xwendina bilind û perwerde û çandin û pîşesazî û bazirganiyê de, ji bilî wê jî li karkirina hevkarîkirina koçberan.

Li beranber de, Serok Barzanî bixêrhatina Konsolê Giştî yê nû yê Komara Çek kir û hêviya serkeftinê li erk û karên wî de xwest û spasî gel û Hikûmeta Komara Çek kir ku palpiştê gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge bûne û daxwaz jî kir dostayetiya gelê Kurdistanê û gelê Komara Çek kûrtir bê û hemahengî û hevkariya her dû aliyan jî li hemû waran da bê zêdetir kirin.

 

S. B