Li Nisêbînê Leşkerek hat kuştin

Li 14 gundên navçeya Nisêbîna Mêrdînê, qedexeya derketina derve hat ragehandin û di operasyonan de leşkerekî Artêşa Tirk hat kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li 14 gundên navçeya Nisêbîna Mêrdînê, qedexeya derketina derve hat ragehandin û di operasyonan de leşkerekî Artêşa Tirk hat kuştin.

Parêzgariya Mêrdînê bi daxuyaniyeke nivîskî aşkera kir, li 14 gundên Nisêbînê ku wek devera Omeriyan tê binavkirin, qedexeya derketina derve hatiye ragehandin û heta fermaneke nû dê berdewam bike.

Parêzgarî di duyemîn daxuyaniyê de jî destnîşan kir, di operasyonên heman deverê de bi gerîlayên PKK re şer derketiye û di encamê de leşkerekî Artêşa Tirk, hatiye kuştin.

Li deverê operasyonên Artêşa Tirkiyê berdewam dikin.