Dema aktîvkirina parlemento dirêj dibe

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê ragihand, biryar e îro Polîtburoya PDK û Polîturoya YNKê li Hewlêrê bicivin û pirsa referandûm û aktîvkirina parlemento mijarên sereke ên civînê ne.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, duh di civîna Encûmena Bilind a Referandûmê de, şanda YNKê pêşniyaz kiribû ku aktêvkirina parlemento du rojan were bipaşxistin, ku biryar e YNK û Komela Îslamî li ser wê mijarê ligel Tevgera Goranê bicivin.

YNKê berê ragihandibû ku ta roja 12, 13 vê mehê parlemeneto bê aktîvkirin. Lê daxwaz kir ku du rojan were bipaşxistin.

Her derbarê wê pêşniyazê de, rojnameya “Kurdistana Nû” ya ser bi YNKê ve nivîsandibû, “Li ser pêşniyaza YNKê aktîvkirina parlemento du rojan tê bipaşxistin. Heger ev hewl jî biser neket, di civîna bê ya partiyên siyasî de biryar li ser aktîvkirina parlemento û rûniştina parlementoyê tê dayîn.”