Israîl hêzeke mezin li ser sînorê Sûryê kom dike

Jêderekî serbazî Israîlî ragihand, ku ew hêza mezin li bilindahiyên Colanê, li ser xeta rawestandina şer rawestiya ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Artêşa Israîlî hêzeke mezin li ser sînorên xwe yên bi Sûryê re kom kiriye, ew jî wek amadekariyekê ji egera destpêkirina her êrîşekê.

Jêderekî serbazî Israîlî ragihand, ku ew hêza mezin li bilindahiyên Colanê, li ser xeta rawestandina şer rawestiya ye.

Serokwezîrê Israîl Benjamin Netanyahu ragihand, ku êrîşên welatî wî, yên ku berî du rojan li dijî bingehên serbazî yên Îranî li nav Sûryê encam dane, ji Beşar Esed jî re peyamek bûn ji bo fêm bike ku cihê Îranê li Sûryê tine ye.

Herwiha wezîrê berevaniya Israîlê Avigdor Lieberman, daxwaz ji Beşar Esed kir, ku hêzên Îranî û milîsên girêdayî Taranê, ji nav axa Sûryê der bike, ji ber ku bi gotina Lieberman: Îran ti mifayê li Sûryê nake û tenê ziyanan li Sûryê dike.

Herwiha Lieberman got: Ez peyamekê ji Esed re dişînim, xwe ji Îraniyan xelas bike, Qasim Silêmanî û Feyleqa Qudisê ji Sûryê der bike, ew alîkariya te nakin, ew tenê ziyanan digehînin te û hebûna wan li Sûryê wê pirsgirêkan çêbike.

Ji aliyê xwe ve, wezareta derve ya Sûryê belav kiriye, ku bi êrîşa Israîlê li ser Sûryê, qonaxke nû ya dijminatiyê di navbera herdu aliyan de destpê kiriye.

N.O