Oktay:Em dê operasyonê li rojhilatê Firatê bikin!

Cîgirê Serokomarê Tirkiyê dibêje, serkeftina ku li El Babê bidestxistin e, ew dê li Rojhilatê Firatê jî nîşan bidin

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokomarê Tirkiyê dibêje, serkeftina ku li El Babê bidestxistin e, ew dê li Rojhilatê Firatê jî nîşan bidin.

Cîgirê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay li Qibrisê bi rêya telefonê bi serbazên Tirk yên li Elbabê ne re axifî û got, Piştî Babê operasyona Efrînê encam dan e û niha jî, li Îdlibê ne.

Oktay got, niha berê xwe dan e Minbicê û pişt re jî ew dê li Rojhilatê Firatê operasyon bikin û serkeftina li Cerablus û Babê bidest xistin e li wan deveran jî nîşan bidin.

Tirkiye bi egera pêkanîna aramiyê li nêzîkî sînorên xwe, çendîn operasyon li Sûriye encam dabû, dinav de Operasyona “Şaxa Zeytûnê” ya ku bi dagîrkirina Efrîn a rojavayê Kurdistanê di Adar a îsal de lidar ket.

Di dema niha de jî, di platforma siyasî ya Tirkiye de her liser pêkanîna Operasyonek li rojhilatê Firatê tê axaftin.

 

 

C.B