Yapicioglu: Me pir caran li deriyê HDP xist, lê venekirin!

Serokê Giştî yê berê yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) ê Namzedê parlementeriyê yê serbixwe ji Diyarbekrê Zekeriya Yapicioglu beşdarî bernameya BasîRoj a Kurdistan24 bû

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê berê yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) ê Namzedê Parlementeriyê yê serbixwe ji Diyarbekrê Zekeriya Yapicioglu beşdarî bernameya BasîRoj a Kurdistan24 bû û liser giringiya pêgeha Kurd di hilbijartinan de, pêwendiyên ligel Tifaqa Hilbijartinan a Kurdistanê û ligel HDP, rola pirsa Kurd û çendîn pirsên din rawestiya.

Yapicioglu destnîşankir ku, bêyî çareseriya pirsa Kurd li Tirkiye, ne dadwerî, ne pêşkeftin, ne jî pêşerojek ewle li Tirkiye dikare rû bide. Anî ziman ku, ger Musilman mafekî ji xwe re dixwazin dive vî mafî ji brayê xwe yê musilman re jî bixwazin, mafê yeksanî biparêze. Ev dikare çareseriya pirsa Kurd e. Her mafê Tirkek, Erebek, farisek heyî, divê ew mafê Kurd jî hebe.

Serokê berê yê HUDA-PAR diyarkir ku, siyaseta Partiya desthilat AK Partî di kêşeya Kurd de ketiye rêyek şaş de. Siyaset û hevpeymaniya ligel Partiya tevgera Nîjadperest (MHP) bandor li siyaseta AK partî bi xwe kiriye. Helwêsta desthilatê hemberî Referendûma Serxwebûna Kurdistanê bi pêngavek neyênî binavkir, ku dê bandore li dengên AK Partî bi awayek nebaş bike. Dengderê Kurd dê wekî berê deng nede AK Partî.

Girêdayî  pêwendiyên ligel Partiya Demokrasî ya Gelan (HDP) Yapicioglu got ku: HUDA-PAR gelek caran li dêriyê HDP xist, lê HDP derî ji wan re venekir. Di dema Kongreya HUDA-PAR de ew vexwendin Kongreyê nehatin, di dema pîrozkirinên cejnan de xwestin seredana HDP bikin, her dem derî liber wan girtin. Di dema hilbijartinan de xwestin carek din li deriyê wan bixin, HDP dîsa venekir. Ev sekna HUDA-PAR wekî daxwaza diyalog û danûstandinê ligel HDP binav kir, lê HDP xwe nêzîkê vê yekê nekir. Ligel Tifaqa Hilbijartinan a Kurdistanî jî da xûyakirin ku, HUDA-PAR gihişt baweiyekê ku Tifaq ligel HDP rêkeftite, jiber vê yekê danûstandin sekinîn.

Yapicioglu got ku, dinav namzedên Serokomariyê de kêmasiyên Erdogan ji yên din kêmtir in, herweha jiber ku çendîn partiyan deriyê diyalogê ji wan re venekir, biryara HUDA-PAR ew bûye ku piştgiriya Serokomariya Erdogan bikin.

 

 

C.B